NEWROZA 2026 AN PÎROZ BE !
Newroz Adar e! Newroz Bihar e!
Cejna Kurdê Kawayê Hesinkar e.
Her sal ew dema bîst û yekê geş
Îsal ew dibe du hezar û bîst û şeş!..
Dîroka cîhanê di demên reş û tarî de destpêdike heya roja îro tê. Di ew dema ne ronahî vir de di dîroka gelan de gelek mitos hene, ku mirov nikare pê bawerî bîne. Em ew mîtolojiya gelê Kurd bidin alîkî, di bin siya zanist de carekê li Newrozê binêrin û bikolînin. Wek raperîn û serhildana îro Kurd tê de dijîn, dema borî de, bi hezaran sal berê bi pêşengiya Kawayê Hesinkar li dijî zilm û zordariyê Kurd serê xwe hildidin! Hikumdarê bi navê Dehakê kedxwar û xwînmij dikujin û rêveberiya civata Kurd dikeve destê gel…
Her netewek bi cejn û salnameya xwe tê nasîn. Li gor salnameya mîladî sal bûye 2026. Her sal destpêka biharê 21 ê Adarê di salnameya Kurdan de serê sala nû ye. Li gor mercên heyî vê rojê hemî Kurd bi hevra pîroz dikin. Agiran vêdexin, alevê agiran geş dikin. Xort û qîz heya mindalên (zarokên) piçûk ser agir re bazdidin. Jin û mêr, kal û pîrek wana seyr dikin, bi hev re şah dibin, sala xwe ya nû pîroz dikin. Di vê mehê de sirûşt (tebîat) xwe nû ve dike. Êdî li ciyê sar û sermayê bayê hunik tê, baran jiyanê dide erdê, erd bi xwe tê! Berf û qeşa li paş dimîne. Kulîlkên berfê yên bi navê canemerg (Berfîn) di qotara çiyan de di nav berfê de serê xwe hildidin, sirûştê silav dikin. Di meha Adarê de berf dihêle, karûbarê gundiyan destpêdike, pez hêdî ji goman derdikeve der, mîh û bizin dizên, siruşt xwe şîn dike. Di aliyê Kurdan de ew roja bes ne tenê ji bo destpêka sala nû girîng e. Teybetiyek vê rojê ji bo hemî gelên cîhanê yên bindest û yên tên çawisandin jî heye. 21 ê Adarê ji aliyê Koma Miletan ve „Roja têkoşîna li dijî nijadperestiyê“ hatiye pejirandin û hatiye ragihandin. Di vê wateyê de jî ew roj girîng e û ji aliyê hemî gelên cînanê ve têyê pîrozkirin. Hem bi vê wateyê, hem jî bi hemî wateyên xwe „Newroz“ cejna gelê Kurd e! Pir gel vê rojê pîroz dikin û dixwazin lê bibin xwedî. Lê tukes û tu netew wek Kurdan nikarin bi dil û can li Newrozê bibin xwedî. Ji bo vê jî „Newroz“ bûye cejna gelê Kurd ya netewî.
Girîngî û hêjayiya Newrozê ji roja berxwedan û serhildanê têye. Tû gelên cîhanê wek Kurdan îro bindest nemayîne. Kurd îro ji bo azadî, wekhevî û aşitiyê şer dikin. Ew şera ber bi hebûn û nebûna Kurdan diçe. Her çiqas neyar bi hêz bin jî mafdariya Kurdan bi berxwedana wan roj bi roj pêş de diçe.
Wek çil sal zêdetir e, ku ez xwe di nav şahiyên Newrozê de dibînim. Sî sal berê li Ewrûpa dema Newroz dihatin pîrozkirin çend xortên Kurd yên xwendekar û kesên ronakbîr bi qîzên Elmanan ve bi dans kirinê ew derbas dikirin. Dema tevgera netewî di xetek şoreşgerî de meşî, Newroz gihîşt karker, gundî û hemî welatparêzan. Pîroz kirina newrozê şikla xwe guherand, ew bû cejna azadî û serxwebûnê. Cara yekem bi coş û şahiyek bilind çil salan berê li Başûrê Kurdistan li navçeya Mergasor nîv milyon Kurd gîhîştî bûn hev, bi hevra Newroz pîroz dikirin. Bi dîtina ewqas mirov di Newrozê de beşdar bûyîne ez bi wê çiqas şah bûyî bûm. Paşê ew jimar wek salên borî li Amedê gîhîşt milyonek zêdetir mirov. Di meha Adarê de her sal li paytextê Elmanyê li bajarê Berlînê bi dehezaran Kurdistanî dîgîhîjin hevûdu û Newrozê pîroz dikin! Bi coş û bi şahî her sal li cîhanê Newroz têye pîroz kirin.
Li gor salên berê di pîroz kirina Newrozan de jimara Kurdan her ku diçe zêdetir dibe!.. Di meydanên pîrozkirina Newrozê de bi milyonan Kurd, heftê milyon Kurd temsîl dikin. Di dema me de yên di pîroz kirina Newrozan de her cudatiyê dixwazin, bila bixwazin! Bi milyonan yên bi hevra Newrozê pîroz dikin, ew çiqas bi rûmet in! Lehengî û serbilindiya Kurdan di çalakiyên wek Newrozê de xwe dide xûyakirin. Pîrozkirina Newrozê ber bi pîrozkirina Newroza Netewî li seranserê Kurdistanê diçe!..
Kurdino, Welatparêzino! Hemî dest bidin hev, bi şahî, bi bratî li Newroza xwe xwedî derkevin û wê bi hevra komasî pîroz bikin! Newroz, li hemî Kurdên welatparêz pîroz!
21.03.2026
ABUZER BALİ HAN










