
Abuzer Balî Han
Dîrokê de neyaran pir caran êrîş birine ser Kurdistanê. Ewna wek ba û baranê hatin û çûyîne. Lê gund û bajarên Kurdistanê tim li ciyê xwe mayîne. Wek Amedê, wek Mahabadê, Kerkûk jî bajarê Kurdan ji yên kevn berê vir de ji wana yek e. Di nav Kurdan de agir pir pîroz e. Li pêş ne nasîna petrolê dema zift bi axa vê li Kêrkûkê dişewitî mirov bi ecew diketin, ku agir çawa bi axê dikeve û ew dişewite. Ji wê vir de ew ciyê agir ji aliyê Kurdan ve pîroz têt dîtin. Teybetiyek Kerkûkê din heye, ew ciyê agir û neftê ye.
Barzaniyê nemir ji bo ew ciyê bav û kalan: „Kerkûk jiyana Kurd e! Kerkûk dilê Kurd e! Kurd ji Kerkûkê qet tu caran destê xwe jê nakişînin! Bê dil jiyan çawa nabe, bê Kerkûk jî Kurdistan nabe“ digot. Ew gotina çiqas di ciyê xwe de ye; ewqas jî ji bo Kurdan girîngîya wê heye. Îro dost û dijmin li gora hesabê xwe yê neftê (petrolê) qîmetek mezin didin Kerkûkê. Lê ji bo Kurdan Kerkûk ne tenê neft, ew her tişt e. Pîroziya agir, agirê li navçeya „Baba-Gurgur“ ew wek serdanek (ziyaret) hêja ji aliyê Kurdan ve têye pejirandin. Bi germiya agir û alevê Baba-Gurgur, xwîna di dil û rehên Kurdistanê de dihêrike û di destpêka mejû de heya roja îro ew têt. Kurdistan bi jiyan , bi berxwedan Kerkûk anî meydan. Pîroziya Kerkûkê yek jî ji axa Kurdistanê ya pîroz têt. Ew tê wê wate ye, ku Kurd Kerkûkê tu caran bi hêsanî nadin kesî. Dema Kerkûk ji dest biçe, Kurdistan jî yê ji dest derkeve û dijmin tu xêre nade Kurdan. Di meteloka Kurdî de têt gotin: „Berxê nêr ji bo kêr! (ji bo kêrê ye)“ Giyanfedayiyên Kurdistanê îro pê de ordî, ordî nebin, ew welatê pîroz yê ji aliyê dijminan ve bête rûxandin û li ser pêyan namîne!
Kurdisatan di dîrokê de bûye ciyê şêran û mêran. Di şerê yek û yek de Kurd tim serketine. Lêhengî (qehremanî) di hestên Kurdan de tim heye. Ji bo vê jî lêhengên Kurdistanê bê tirs in. Tirs, ji bo lêhengan mirin e! Yên di rêya azadiya welat de dimirin, dibin cangorî û ewna tu caran namirin. Çi şehîd bin, çi qazî ne; hemî Kurd ji wan razî ne!.. Lê ewqas razîbûyîn ji bo siyasetmedarên Kurd em nikarin bêjin. Ji bo ku heya ew salên dawî siyasetek baş û Kurdistanî di nav xwe de nemeşandin! Bereyek (enî, cephe), an jî Komcivîna Netewî Ya Kurdistan heya roja îro di nav xwe de avanekirin! Ji bo ku berpirsyarên gelê Kurd partî û siyasetmedarên Kurd in. Ji pirsgirekên rêzanî re jî dîsa ew mesûl in.
Îro Kurd û Kurdistan ketine qonaxek nû û girîng. Her dem firsetên ûsa ne ketine destê Kurdan. Ew firseta hezar salî carekê ketî dest me Kurdan pêwist e, ku em lê xwedî derkevin û wê ji dest xwe bernedin. Ji bo vê jî, dem dema yekîtiya Kurdan e.
Di dîroka cîhanê de tim Kurd hebûn. Îro şunda jî bi navê dewleta xwe „Komara Kurdistan“ yê her hebin. Ew erda pîroz ji bav û kalên me ji hezaran sal vir de, ji me re yadîgar maye. Ew ji bilî Kurdan ji kesî re qet nabe yar! Ew diyar, ew diyarê pîroz Kerkûk canê Kurd e, dilê Kurd e!..
Abuzer Balî Han








