
Abuzer Balî Han
Li cîhanê li pêş bavê helbestê, helbest (şî’ir) çi ye? Ez dixwazim wê bidim diyar kirin Di dîroka wêjeya cîhanê de, bi teybetî wêje û beşê wê yê helbest mijarek awerte heses û girîng e. Li dinê navbeynê du çemên mezin (Ferat û Dîcle) erda ku bi navê Mezopotamya têye bi nav kirin, ciyê wêje û helbesta cîhanê ya cara yekem lê hatiye afirandine. Li ser tabletên Sîmeran, di dema Babîlon û Akadan vir de wêjeya vê navçeyê, şehrîstaniya cîhanê ronahî dike. Lê şehristaniya Misir û ya navçeya Anatoliyê jî gelek kevn e. Ew kevnariya cîhanê heya şehristaniya Emerîkaya Başur Înkayê diçe. Lê di aliyê destpêka helbestê de bê guman ya ji aliyê wêjevanên cîhanê ve têye pejirandin wêjeya antîk ya Yewnaniyan e.
Li cîhanê heya roja îro tarîfek helbest mîrov hemî li ser bibin yek nîn e. Di ferhengan de tarîfa helbest usa hatiye kirin: ” Gotina îşaretên dewlemend bi bêjeyên (kelîme) rîtm û li hevanîna dengên xweşik neqilkirinê re telbest têye gotin.“
Li gor dîtina min helbest, hesta tewaw nebûye. Bi pênivîs hest li ser kaxizan rêz kirin jî reşbeleka (musfetteya) zeftkirina helbest e. Ji bo vê ye, ku li cîhanê tarîfek helbest herkes li ser wekhev bin nîn e.
Helbestvanek bi yek carê re dikane helbesta xwe binivîsine. Lê her cara dixwîne rêzikan de guhartinan çêdike. Ew nûvakirina di naveroka helbest de bêdawî ye. Helbestvan heya dest bi helbestek nû kirye, ew di helbesta xwe de guhartinên xwe her nû ve dike û serast dike. Pir caran hin helbestvan ew guhartininên di helbestên xwe de pêk tînin çendek salan de tewaw dikin. Ji bo vê ye, ku di nav civatan de helbest wek hestên pîroz û helbestvan jî, kesên hêja û xoşewîst têne pejirandin.
Wek hin kes difikirin, bes helbest ji xeyalan pêk nehatine. Bi kurtahî helbest (şî’ir) yanê xeyal! Xeyal jî, tê wê wateyê ku baweriya bê bingeh, ramana bes di mejû de dimîne û di vê baweriyê de têgînên (kavram, mefhum) nedîtbar (mucerret, soyut, abstrakt, nanêrbaran). Bi gotinek din têgînên ne rast, têgînên derew!.. Ti (tu) bingeha van gotininan dûr û nêzîk bi tarifa di derheqê helbest de dibe nîn e. Mirov dikane di deheqê helbest de pir tiştan bêje, lê nikane bêje ku helbest, derew e! Ji bo vê ye, ku min helbest bi hestên tewaw nebûyî tarîf kir. Heke li pêş min tarîfek usa bûyî be, min jî, bila ew tarîfa berê bûyî carek din dubare kiribe. Rûspiyan bê wate ne gotine ” Kesê dibêje min tiştekî nû got, ew kesa gotina herî berê bûyî carek din nûve dike!“
Gelo pirsa me ew e, ku bav û dayîka helbesta cîhanê ma kî ne? Gengeşiya di derheqê tarîfa helbest de heyî, ji bo bavê helbesta cîhanê nîn e. Hemî dîrokzan û wêjevan bavê helbesta cîhanê helbestvan û hozanê nemir „Homer“ dipejêrin (qebul dikin). Ew li pêş zayînê di qirna 8 an de li Îzmîrê hatiye dinê û li wir jiyaye. Homer bi destanên xwe yên bi navên Îlyada (Îlîas) û Odîse (Odyssee) têye nasîn. Di navbeyna nivîsandina van destanan de heya îro ewqas sal borîne. Lê heya roja îro wan destanan ji qîmeta xwe tiştek jî wenda nekirine û di wêjeya cîhanê de îro jî wek mînak tên nîşan dayîn.
Gelo ew qîmet û mezinahiya van berheman ji ku têye? Ez dixwazim hinek li ser vê mijarê rawestim. Ciyê cewhera çanda kevnar (klasîk) ya Helen (Yewnan), Îyonya ye. Îyonya îro bi navê ”Anatoliyê“ têye bi nav kirin. Dîsa li Îyonyayê 2600 sal berê bavê çîroka helbesta fabl û mijara pêkenokiyên îro bi zimanên hemî cîhanê tên gotin xwedanê wan Ezop (Aisopos) li Bandirmayê jiya ye. La Fontainê Fransizan mijara çîrok û helbestên xwe yên bi naveroka fabl de, ew di bin bandora (tesîra) Ezop de maye. Ji van naverokan helbestvanên Kurd jî pelîseya (nesîbê) xwe girtine û gelek helbestên bi mijara fabl nivîsandine.
Li ser bavê helbesta cîhanê wek her wêjevan, wêjevanên Kurd jî hemfikir in. Lê dema em ji xwe bipirsin û bêjin ”Bavê helbesta Kurd kî ye?“ Li ser vê babetê ez dibêjim, pêwîst e, ku hîn emê pir bifikirin! Di aliyê din de, em niha li ser bavê helbesta Kurd ya nûjen hemdemî jî, em nikanin hemî bibin yek. Lê dema çar-pênc nav li peyhev bêne nivîsîn jî, ez bawerim gelek kes li ser ew navan jî nabin yek. Lê mirov bi hêsanî dikane bêje gelek helbestvanên Kurd yên hemdemî nûjen hêja hene. Bi wana netewa Kurd gelek serbilind e!
Di salên 1975 an vir de min dest bi lêkolîna helbest û helbestvanên Kurd kir. Ji bo min ne Başur, ne Rojhilat û ne jî Başurê Piçûk baş ne diyar bû. Dema mirov bê agah be, ji xwe difikire tiştek nîn e! Di Bakurê welat de jî bê dengiya helbestvanên Kurd mirov gelek acîz dikir. Ez di xortaniya xwe de hîn bûyî bûm, ku ”Welatek bindest be û ew welatê bindest jî helbestvanên xwe ne qîrin, ew welata wek zarokên sêwî mayî ye!..“ Nezaniya min ya li ser wêje û helbestvanên Kurd bêtir ez ber bi herêma Soran û Goran birim. Paşê herêma Behdînan ez ber bi rojhilat heya Kirmenşah birim. Dema Başurê Piçûk min dît û nasî, gotina şaîrê Kurd yê bi eslê xwe Kurd ku bi zimanê Osmanî nivîsî bû, ew helbestvan Nebî hat bîra min. Wî bi zimanê Osmanî bi Kurdiya îro digot: ” Ew masiyên ku di nav behrê de ne, lê ew ji hebûna behrê bê agah ne!“ digot.
Lêkolîna min rastiyek anî pêşiya min. Ew rastiya jî dewlemendiya çand û hunera Kurdî ya bê dewlet çawa bûye ku ewqas sal bi serê xwe jiya ye?.. Min di nav gencineyek usa de karê xwe dikir. Lê min dît ku ew gencîneya bê serûber e. Dema lêkolîna li navçeya Silêmaniyê min dikir, mîn dît ku bes li bajarê Silêmaniyê 300 helbestvan jiya ne. Ji wana gelek jî bi nav û deng bûn. Dema min piraniya helbestvanên Silêmaniyê behs dikir, helbestvanên ji herêma Behdînan ji min re gotin: ”Hêlîna helbesta Kurdî navçeya Behdînan e.“
Dewlemendiya çand û hunera Kurdistanê bi jimartinan mirov nikane bîne zimên. Li başurê Piçûk jimara helbestvanên Kurd ji perçên din ne hindiktir e. Helbestvan, kesên ku neteweya jê tên, yên ku hestên xwe berz û bala ne. Ji bo welatek bindest kesên hestên xwe yên netewî lê nemayîn, ew kesna kesên ji rastiya xwe dûrketine û mirine!
Di nav helbestvanan de kesên bê sedem hevdu rexne dikin jî ne kêm in. Bi baweriya min qasî hezar helbestvanên Kurd yên kevn bi yên îro di nav me de dijîn ve jiyan e. Heya nîvîyê sedsala bîstan di nav Kurdan de kesên xwendin û dinivîsandin dizanîn gelek hindik bûn. Ewên dizanîn jî piraniya wana bi zimanên dagirkeran dixwendin û dinivîsandin. Di rewşek usa de wêjeyek netewî bi roman, şano, çîrok û bi helbest elbet pêş de naçe!.. Di tevliheviyek usa de bavê helbesta Kurdî tayîn kirin jî zor e. Ji mirov bipirsin û bêjin reîsê şaîrên Kurd kî ye? Bersiva pirsek usa dayîn li gor kesan têye guhartin û bersivek, bersivek din nagire.
Di dema îro em têde dijîn de helbestvanê/a Kurd ya/yê herî mezin kî ye? bêye pirsin, bersivek erenî dayîn pir zor e! Ji bo xwendevanan dema bavê helbesta Kurdî kî ye û ew bi nav bête bi nav kirin, ez dikanim bersivek usa bidim: ”Bavê helbesta Kurdî Antolojiya Helbesta Kurdî ye?..Belê, belê di antolojiya helbestvanên Kurd ya sedsala dawî de bi sedan nav û helbestên helbestvanên Kurd tê de hene. Di nav wan de yek serokê helbestvanan e. Gelo, ew kî be? Di vê sedsalê em tê de dijîn de nebe, di sedsala pêşiya me de gelê Kurd yê wê/wî navî tesbît bike.
Di vê derbarê de ez dixwazim mînakek balkêş bidim. Helbestvanên Kurd pir caran navê xwe yî rast li bin helbesta xwe nanivîsînin. Ji tirsa dagirkeran bi mahlas xwe bi nav dikin. Rojekê min ji mamostekî Kurd teqewut bûyî pirsî. Ew mamoste bi wênevaniya xwe jî navdar bû. Ez helbestvanekî bi mahlasa xwe têye nasin digerim û min navnîşana wî heya niha nedît!.. Ji min re got, ew ji xelkê kîderê ye? Min jê re got, belku xelkê Dersimê be! Mahlasa xwe jî ew e… Kenî û bersiva min daye min. Gelo, kesê tu lê digere ez im. Ew mahlasa ji navê gundê min têye. Mamoste bi destê xwe refa pirtûkan nîşanî min da û got: „Ew 13 dîwanên helbestan destnivîsên min in. Ji wana heya îro yek bilê çapnebûye! Wergerên min ji zimanên beyanî ji bo Kurdî jî gelek in. Lê qet yek jî çap nebûye. Ya herî ez pê xemgîn dibim jî, çar hezar zêdetir wêneyên min çêkirî hene. Salên min ji heftêyî derbas dibin. Ciyekî ez wana diyarî bikim ji bo duweroja çanda me bêne parastin bilê nîn e. Li welatên beyanî emrê me borî, lê em bi hesreta welatê xwe li dervayî dimînin û dijîn!
Dîwanên helbestvanên Kurd wenda bûyî, yên bi destê neyaran hatin şewitandin, an jî yên wek berhemên mamoste di refan de dirizin, wenda bibin jimara wan ji yên çap bûyî, heyî ne kêmtir in!
Ji bo vê jî, di nirxandina helbesvanên Kurd de min ji wana yek ji yê/ya din bilindtir nekir. Bi destpêka navê alfabetîk min, ewna li duhev rêz kirin. Min ewna hemî wekhev hêja girtin û ewna bi helbestên wan pêşkêşî xwendevanan kirin. Bila xwendevan binirxînin û qîmeta wan bidin wana.
Ya rast ew e, ku rewşa Kurdan ya îro ji ya borî çêtir e. Lê dîsa jî helbestvan û romanivîsarên Kurd ne zêde ne. Ji berhemên nivîskarên Kurd ji wana çendan berhemên xwe hatin wergerandine zimanên beyanî? Çend helbestvanên me bi helbestên xwe navnetewî bûne? Ya herî mezin bi profesiyonelî nivîskariya Kurdî hîn pêk nehatiye. Ji bo ku berhemên nivîskarên Kurd diafirînin pê wana, keda wan têrî wan nake û nikanin bi hatina perên wan zikê xwe têrbikin. Ewna neçar dibin bixebitin û revra jî binivîsînin. Nivîsandinê şunda vê carê nikanin berhemên xwe biweşînin!.. Dema berhem hatin weşandin jî bazara pirtûkan wek bazara welatên sermayedar bi kar naye û pirtûk nayen firotin!.. Asteng bi xwe re astengan tînin û ew jî nivîskar û helbestvanên heyî dixeniqînin. Pir helbestvanên Kurd hene ku ji wana piran jî, ji çendek dîwanên xwe yek jî bilê çapnekirine.
Welatê Kurdan sedsalan vir de di bin talana dagirkeran de bû. Niha jî dagirkeran ji xwe re rêyek din jî peyda kirine. Çeteyên dewletên dagirker pasaportan çêdikin û didin destê Kurdan û ji mwetrepolan derdiêxînin û dişînin welatên cîhanê. Çaryek (25 sal) sedsale ku Kurd vê carê bûyîne penaberên hemî cîhanê. Jimara wan niha de milyon derbas bûye.
Pir kes helbestan dinivisînin. Di nav wan de yên baş tên nasîn hindik in. Lê helbestvanên serketî û yên di devê gel de tên bi nav kirin, ewna yên herî bi şans bextewar in. Di nav hemî gelan de helbestvanên nav û deng û yên nemir hehe. Di nav me Kurdan de jî usa ye. Di gotarek ser helbestvanên Kurd hatî nivisîn de helbestvan bi navnekirin nivîsek awerte ye. Di ew berhema helbestvanên Kurd yên sedsala dawî de di hundirê çar bergan de qasî sêsed helbestvan hatine komîserhevdu kirin. Ji wana hinek bi nav kirin û yên din bîrkirin bi zanîn min nexwest ez bikevim wê şaşitiye. Lê rexnevanên li ser wan binivîsînin û wana bi nav bikin pir in. Min ew kara ji wan re hîşt.
Wek di nav pir pîşeyan (meslek) de heyî, hin helbestvan jî hevdu baş naecibînin û baş napejêrin. Hin helbestvan bi helbestên hev, hev du nizm dikin. Ez dixwazim du helbestvanên bi esle xwe Kurd bûn, lê bi zimanê beyanî helbestên xwe nivîsandine wana dixwazim mînak bidim. Rastî jî di dema wan de li Bakurê welat Kurdî qedexe bû. Di wan salan de nivîsek Kurdî dîtin ne mimkun bû. Her du helbestvan jî îro di nav me de nîn in, lê nav û dengê wan maye. Ahmed Arîf bi eslê xwe Amedî ye. Enwer Gokçe jî, ji Erzincanê ye. Xortaniya xwe di salên 1940 î de li zanîngeha Enqerê de derbas kirine û hevra dibin rêheval. Bes di rêhevaliya wan de zîndan, têda û îşkence ji wan re dibe jiyanek hawbeş. Paşê riya wan ji hevdu dûrdikeve û bi hevdu re jî qise nakin.
Rojek ji rojan rojnemevan ji Enwer Gokçe dipirsin û dibêjin Ehmed Arîf bi pirtûka xwe ya helbestan ya bi navê ”Ji hesreta Te Min Pranga Kevnkirin“ çapa dehan ji nû ve weşandin. Li ser Ahmed Arîf û helbestên wî tu çi difikire, baweriya te di derheqê wî de ya heyî çi ye?.. Enwer Gokçe hers dikefe û dibêje ”Ma Ehmed Arîf jî helbestvan e? Ew helbestên min didize û ji xwe re hin tiştan zêde dike. Ezê ji bo helbestên wî ma çi ji wer e bêjim?!..“
Gotinên ne çak zû diçin ciyê xwe. Dema ew pirsên li jor bûyî bi bersiva wan ve ji Ahmed Arîf dipirsin. Ew dîtina xwe usa diyar dike. Enwer madem usa dibêje, bila usa be! Ez bi helbestên wî ewqas têm nasîn, bila ew jî bi helbestên xwe duqat ji min bêtir bêye nasîn!..“
Ew her du helbestvan bi şoreşgeriya xwe dema di salên 1960 î li zanîngeha Enqerê min dixwend ew baş dihatin nasîn û berhemên wan di devê hemî şoreşgeran de bûn. Her du jî helbestvanên mezin bûn. Ewna ji aliyê mirovên welatparêz ve dihatin xwendin û dihatin parastin. Lê çi mixabin, wana hevdu nadipejirandin û bi helbesvaniya hev behecokî bûn.
Di ser mirina wan re pir sal derbas bûn. Enwer Gokçe jî hat xwendin. Lê hêdî hêdî pirtûkên wî di refên toz de dimînin. Bes Ahmed Arîf bi yek berhema xwe ya heya îro 60 carî nûve çap bûyî têye nasîn. Ew berhem wek îro hatiye nivîsin ji nûve rojane têye xwendin. Ez dibêjim helbestvanî ew rewşa ye. Di dilê mirovan de, bi hesta mîrovan xwe nûvekirin, mezinahiya helbestvan dide xuyakirin. Bi darê zorê tukes nabe helbestvanê mezin. Ez bawernakim, ku helbestvanên mezin ji xwe re bêjin ” Ez helbestvanê mezin im!“ Lê hin kesên xwe dikin ciyê helbestvanê mezin jî heke hun bibînin xwe dudilî nekin! Di helbestvaniya herî berz û gewre de xweperestî û quretî têde nîn e. Bi gotina dawî helbestvan fîdayiyê netewa xwe ye!.. Yên ew hesta tê de heyî û yên helbestan bi wan hestan dinivisînin hemî helbestvanên hêja ne.
17.02.2008
Abuzer Balî Han








